Kayıtlar

2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

PÊŞGIRA LÊKERSAZ YA ''da-'' û RÎŞALA WÎ

Li zimanê kurdî li zaravaya Kurmancî pêşgira lêkersaza ''da-'' gava têt li pêş lêkerî maneyekî nwî lê bar dike: zortir maneya ber bi jêr pê dide: Daxistin: derî daxe(bigre, bide ser) Danan: saxtin, ava kirin, li cîyekî nizm hiştin Dagirtin: îşxal, cîyek bi temami girtin û dageran, dadan, daçûn, damalîn hwd. Kiroka vî pêşgira lêkersaz ji kû hatiye? ''da-'' vedigere  *dhe-  ya Hindû-ewropî û maneya pêşîn ya vî pêşgirî westar kirina çişteki li zemî/erd bûye. j'bo nimune bêjeya çikil ku wate rast, ne-wêl/xwehr eger bibêjî çikilandin ku wate serî tîj dixî di axê û eger ''da-'' bi kar bînî; dibe daçikilandin ku wate çandin û hiştina dar û nemam j'bo katekî dirêj û bi amanc û pêkane bibe ço û perçem jî... ''ni-'' jî heye eger bi mane bibêjî nêzîk in, û vedîtinekî  Palewanîg  û Parsîg e (Paleyîya Eşkanî û Sasanî) çend nimûne: niximandin/nixaftin(xefa nûke heyî belku ji wî hatibe), nivistin û weku navdêr dîsan; nişîv, nivîn...