Kayıtlar

Nisan, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Li ser Pertûka Surveiller Et Punir (Çavdêrî Û Cezadan) Çend Têbînî

    Çavdêrî Û Cezadan pertûka Foucault a li sala 1975'an çap bûyî ye, Foucault di vî berhema xwe da dixwaze desteser kirina laş û ruh amaje bike, ewil çawa laş bi parçe-kirinê dibe nîşaneya hêza desthilatdar û desthilatdarî çawa vedibîne, wirde wirde berê xwe dide ruh...     Ez ê li vir behsa beşa yekem ; "Azar" bikim. ( Çavdêrî û Cezadan ji çar beşan pêk tê; 1-Azar, 2-Ceza, 3-disiplîn 4-Girtîgeh )     Sehneya bi bangeşe; Damiens; mehkûmeke lavaker, tawanbar, û aşartineke ku hêza desthilatdar diçespîn e. Damiens xwedî laşê ku bi kêlbetanê tê parçe kirin, sermemik, mil, laqûn, hêt û kêlbetana li erdnîgarî a mirov/bireser digere, ew e ku xwedî-ferman xwe ser bike hakim. Berî mirinê divê ku rêwresma qral bê pêk anîn, berî sêdarê, berî niquta dawî a jîyanê! Şidet wek têgeheke civakî bê eman tê li dar xistin, wek qismeke bingehîn. Tenê ne li wir erdnîgarîyê kêlbetan, rûnê qijilandî, reçîne, şema, kerkût; amûr û rehendên vî şanoya dirrinde ne. Sefereke wirdî, b...