Li ser Pertûka Surveiller Et Punir (Çavdêrî Û Cezadan) Çend Têbînî

    Çavdêrî Û Cezadan pertûka Foucault a li sala 1975'an çap bûyî ye, Foucault di vî berhema xwe da dixwaze desteser kirina laş û ruh amaje bike, ewil çawa laş bi parçe-kirinê dibe nîşaneya hêza desthilatdar û desthilatdarî çawa vedibîne, wirde wirde berê xwe dide ruh...
    Ez ê li vir behsa beşa yekem ; "Azar" bikim. ( Çavdêrî û Cezadan ji çar beşan pêk tê; 1-Azar, 2-Ceza, 3-disiplîn 4-Girtîgeh )
    Sehneya bi bangeşe; Damiens; mehkûmeke lavaker, tawanbar, û aşartineke ku hêza desthilatdar diçespîn e. Damiens xwedî laşê ku bi kêlbetanê tê parçe kirin, sermemik, mil, laqûn, hêt û kêlbetana li erdnîgarî a mirov/bireser digere, ew e ku xwedî-ferman xwe ser bike hakim. Berî mirinê divê ku rêwresma qral bê pêk anîn, berî sêdarê, berî niquta dawî a jîyanê! Şidet wek têgeheke civakî bê eman tê li dar xistin, wek qismeke bingehîn. Tenê ne li wir erdnîgarîyê kêlbetan, rûnê qijilandî, reçîne, şema, kerkût; amûr û rehendên vî şanoya dirrinde ne. Sefereke wirdî, bo hîm danan û têkbirina hîmdar, bi berfire tevdigere.
    Azardan... Waz lê nayê ta dawîyê, ta tawanbar bimir e. Tê azardan ta ku bi mirina xwe "tawana" xwe jî ligel xwe bibe. Kî ye êş û azar li laşê tawanbar zêde dike? -Celad, nûnerî li gorrepan! Qralê bi ezamet li derveyî "tawan" disekine û nûner bo têk şkandina tawan, laşê hatiye cezadan "paqij" dike. Çiku paqij Qrale, pîsatî li derveyî qral e, û ne tenê derve-mana pîsatî, tune-kirina wî jî pêwîst e. Li binehişê Îsewî; êş û ezamet. Ezamet bo Xuda/qral û êş bo bende/mirov. Êş-kêşan û paqijî... Belam bende/mirov li Cîhana dî paqijî a xwe dijî!
    Li meydanê qerebalix, beşeke vî nimayîşê ye. Bo danana vî organîzasyonê, pêşve birin û rengîn û sosret kirina wî, yarîzaneke jêneveger e. Qêrîna wan, beşdar bûna wan, hêrs û acizbûnên wan, carina maypêkirina wan, coşîna wan armanca Desthilatdar dibe destkeftî û encamê. Qerebalix/Girse têgeha şaşî radike li şûna wî heqîqetê didane û heqîqetê(durûtî a Desthilat) pihêt dike.
    Çi kat dike? Anku vedibêje... Tawanbar, Celad, Qerebalix, Qral û Meydana Bajar? Teknîka Deshilatdar, mekanîzma cezadanê, destnîşan dike; ev Desthilatdarî bi hikma cezayê, xwe meşrû dike. Her hemû kiryara Deshilatdar bo fermî/qebûlkirî-bûna xwe ye. Xwe li ser laşê tawanbar heyî dike, peyweste bi rêya laşê parçe-kirî hêza xwe westar(sabît) dihêl e. Ji ya ku tawanbar tê xwestin, aşartin e, li pêş hemû alema wan divê îtîraf bike, bêtawan be jî, ev cure helwest jê tê xwestin çiku wer hatiye biryardan; bo cezayek pêwîstî bi tawanek heye û pergala edaletê dupat -azar li tawan zêdekirinê- dîsa sîstemê dide domandin.
    Lê ev hemû sîstem li cihekî dixitim e. Tawanbarê ku dibin sêdarê hin cihan dibe mezlûm, biheq, û car dibe lehengek û wehşetxwaz ên ku bo parçe-bûn û êşkêşana tawanbar kelecan dibûn, hingê dibin alîgirên wî û li dij vî nimayîşê bertekeke tund nîşan didin. Xwazyar teşhîr kirina mirovan êdî kêfek nastîne, li beramber vî ,arezûyên  wî nagehin çêj û tamê. Hêdî hêdî ev teşhîr dibe dawiya Edaleta berê. Lê edalet nav bi nav hemîşe ya Deshilatdar e! Vêga dengê reformxwazan bilind dibe, daxwaza wan; guhertina pergala cezadanê ye, wek naverok/û form.
    Trajedî bi têra xwe qurbanên xwe dixwe. Êdî trajedî xelas dibe, bîner/wehşetxwaz jî ligel vî ji nav diçe.
    Pergala cezadanê gav bi gav xwe ji meydanan vedikêşe, li cihên girtî, çar dîwar ji ber çavên civak dûr xwe ji nû ve ava dike. Êdî mesele wê bi fikrê burjuwazî bê safî kirin, "laşê ku tawanbar" bi parçebûna laşê xwe hîç sûdek nade der, divê jê sûd bê wergirtin.
    Êdî parçe-bûn xwedî wateyeke razber e. Wê dema tawanbar/girtî bê parçe kirin, bê vebir kirin,  li şeveq rabûna wî, nîvro xwarina wî, şev razana wî... Dema girtî tê rêvebirin. Dema wî, êdî aydê wî nîne.
    Ev bi awayek dî jî veditînek e.
    Darizandin jî teşeyek nû digire: êdî Dadger ne tenê tawanê-hatî-kirinê potansîyela wî a, meyla wî a tawanê jî li ber çav digir e. Yarmetîder ên Dadgehê hene; psikiyatrî, psikolog, perwerdekar, çavdêr hwd. Tawanbar ji aliyê artêşekî dihat tune kirin lê wek "laş" niha êdî "ruh"ê wî tê darizandin, psîkîyatrî dipişkinîne semptomek digere, perwerdekar berê xwe dide zanîn/hînbûna wî pile/pîvanek heye, çavdêr û gelek pispor di wî qadê da zêde dibin, li gor her zanistê tê hejmarî-kirin!
    Êşa li ser laşê mehkûm stratejîyek dihewand helbet. Lê armanc girtina ruh,  bi gişt sîstemê guherand, stratejîyeke heftserî û zanistî afirand.

   
                        ...
 
 
 
 
 
 

 
 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

PÊŞGIRA LÊKERSAZ YA ''da-'' û RÎŞALA WÎ

Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî

Dabeşa zimana Kurdî û Kurdî kîjan ziman e?