Dabeşa zimana Kurdî û Kurdî kîjan ziman e?

   Kurd tenanet sê zarava weku Kurmancî û Soranî û Kelhûrî nîn e!
Îro beşekî Rojava (giroyek di nav zanyarên ziman) ya xwedîgiravî hevçerx û pêşkeftî wesa sînordar dike lê Kurdî çawa min li çend cîyên dî gotî sê kom-zarava yaxûd şaxeziman didêr e!

Ya yekem: Goranî ku ji Hawramî û Bacelanî û Zazakî hwd. pêk tê

Ya duyem: Pehlewî/Paleyî ku ji Soranî, Kelhurî, Lekî, Xuremawayî(lûrî), Bextiyarî, Mamesenî hwd. pêk tê.

Yu sêyem: Kurmancî ku ev nwîtirîn e, yek zarava ye, bes di nava xwe devok didêr e; Botî, Hekarî, Berferatî, Deştî, Serhedî…

   Li Komazaravaya Paleyî zaravaya Soranî serinrakêştirîn e, hem weku erdnîgarî hem li biwarên zimanî “navendî” ye, dikeve di meyaneya hawramî û Kurmancî û li jêr karîgerîya van zaravayên navborî maye! Soranî her çend Paleyî/Pehlewî jî be; têkela hemû şêwezimanên Kurdî ye! 

   Kurdî hêşta nehatiye ber destên arkeolojîstên jîr, zimanê Kurdî pêzanîna wî, peywendîya wî bi şaristan û dîroka mêjîn wî dike zimanekî bê hevta! Hinde bêje, şêwaza bêje û riste saxtin, asan bûna wî, li bareya mester têrûtijî bûn…

   Em her sê şax(Goranî, Paleyî, Kurmancî) li çi hevbeş in, ciyawazî a wan çî ye, benda lêkolerên xwe pabend û kolneder e ta ku em bizanîn çawa evane nêzîk bikîn, standardîzasyonekî hevaheng û pêşkeftî û hevçerx pêş bixîn. Hem ziman ji erdnîgara xwe namo nebe, ew peywendiya xwe ya xozyayî bikudîn e, hem çi kapasîteya wan şaxezimanên hen bên parastin çi bêje be, çi rêziman… Em weha dikarîn zimanê xwe binasîn û ciyawazî a Kurdî li gel Farsî yaxûd li gel zimanên Êranî ên dîke çî ye bizanibîn!

Vokala dêrîn:

Baran yan waran?
Berf yan wefir?

Bêjeyên petî:

Dubare yan dupat/ducare?
Derbare yan biwar

Dengên ciyawaz:

Ziman yan ziwan?


   Ji Zîrêya Kurdî Xweda hemû Kurdan bibeş bike, em ji gencîneya Kurdî para xwe werbigirîn! 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

PÊŞGIRA LÊKERSAZ YA ''da-'' û RÎŞALA WÎ

Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî