Tirs û Vegera Li Gewherê

   Li zarokî; dayika min, min bi zorê şandibû li kursa qu’ranê; gelekî tirsnak bû j’bo min. Ez bi xwe hez ji Gîyûşa dastanî ya dapîra xwe dikim, çawa wê bi cî bihêlim. Ew jiyan bû, min xwe li wir pay(temam) dikir, ew hêlîn bû, zarokistana min, nîştîmana min bû! Ji wê koşê were xwar û biçe biyabanekî hişk û beyar! Çawa dînê(wijdan) dayika min ev yek pesind dikir! Seyr û sosret bû! Vac(mantiq) ew vaca Medan ku Medan du car diramiya yekem bi bade û serxweş, duyem bê bade û serxwe paşê digihîştîn encamekî bi vac, wesa biryar didan; çî lê hat, çî bi 
 serê ramana dêrîn ya komelgeyî hat? Hê jî dipirsim, li peravên ramana Kurdî, li bedbextî a ramana Kurdî dinêrim, nerîn bi tena xwe bê kelk e, lê ka çi çiştek heye li destê me, ji bêy(bil) nerîn, hemû liv û taqeta min şkandine, têşkandin e, vîna(îrade) Kurd xamoş e, feramoşkirî ye!

   Di dawîyê (de) lêneger ez çûm li wî kursê, belam hîç bi dilê min nebû, ez nediviyam yek çirk li wir bimînim, dema xwe bibime serî, ez çende aciz û melûl bûm. Zimanekî giran, dengên û pîtên bîyan û ji min re ezeb! Em bi zimanê xwe perwerde nabîn, diçîn; zimanekî dîtir î şertî fêr dibîn, yek Turkî duyem Erebî(Erebî jî fêr nabin dibêjin qu’ranê jiber bike). 

   Tu û zimanê te dibin du kes, gazî hevûdu dikin, zimanê te di bin pesta hêz û amrazên namo, tu dîsan wesa, du hucre ji we re hatiye terxan kirin, lê dîsan dengê we diçe hevûdu, hûn derencama hevûdu jî texmîn dikin, hûn êş û kovana hevûdu jî serwext dibin lê hûn ji hevûdu hatine dabirrîn!

   Înca ziman, ca ziman nebe maneya nasname çî ye? Ziman dema ji te hat standin zimanên dîke dan li ber te baş bizan e tu êdî ketiyî di nav guhertinê dixwazin te bikin çiştekî dîtir û çima, çima?
Çimku: te ziman hebû, gîyûşa dastanî ya ku raman û xeyala te durist dikir hebû, ku wate bi dawî tu hebûyî, hebûn hebe hêz heye, xwe-parastin, xwe-kudandin heye. Eger tu lawaz bûyî çawa dikarî sermiyana xwe ya sererd û binerd û hemû wize û derfetên erdnîgara xwe biparêzî? 

   Te û sermiyan û erdnîgara te weku amar û hêz dibînin û tu dibî labaratura wan ku bikaribin te bi ayîna xwe awez-şêlû, bi zimanê xwe jî bê nasname bikin! Eger bikaribin te radest bigirin, gewhera te ji te bistînin hingî ser dikevin û bi vî şêweyî tu dibî serjimêr û gelheya nwî ji bo wan(dagirkaran), mezin dibin, pitew dibin, bihêz dibin.

   Dayika te, malbata te jî hevpeymanên wan in, ji ber nezanîya xwe. Tu weku zarokekî bê binas bê tawan çendîn sal derbas dibe paşê vî yekî têdigihîjî. Hemû komelgeya te destemo ye, çi bivê çi nevê radest bûye, ji te dixwazin tu radest bibî, îtîraz bikî lê bi sînor, û nezan bimînî, li dûv hemû çiştekî nekevî, hekena dawiya te ne bi xêr e! 

Li koşa dapîr; Menîce, Rustem, kewî(kawa), siyaweş dibin rabirdûyekî şêlû.  

Li koşa dewletên çaralî: kujerên te, dujminên te, perçemên wan, ziman û ayîn û ferhengên wan dibin rojgara te ya bi azar.

Bêjename:

1-Gîyûş: hemû hebûn, ontolojî
2-Awez: a’qil
3-Kudandin: xayandin, berdewam bûn


   

   

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

PÊŞGIRA LÊKERSAZ YA ''da-'' û RÎŞALA WÎ

Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî

Dabeşa zimana Kurdî û Kurdî kîjan ziman e?