Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî
Ehûra Mezda navê Xweda ye, nek navê em sembola li xwarê ye! Ehûra bê wêne, bê pênase û bê laş e.
Ev sembole: Firewehr e.
Li ayînî Mezdîyesna(xelk fêr bûye dibêjin; Zerdeştî/Zerdeştîyet) ev wizeyekî berz û diyarker e, gelek girîng e; çimku raman û dîdeya ev ayîna Kurdî bi puxtî pêşkêş dike.(Belku li nivîsekî dî bi wirdeyî behsa (ev) sembola han bikim)
Ji ber baweriya xwe-kêmî ya Kurdan, Kurd xwe naspêrîn wî ramanî ku "Kurd ji mêj ve Takexwidayî bûye" divên we bawer bikin; li pêş îslam li serdema anîmîzmê bûn e. Eks bi wî Kurd li pêş hatina îslam jî xwedî-ayînekî rêkûpêk(hê geştir), TakeXwidayî, xwedî şar û şaroçkeyên medenî bûn e. Û çawa Xwida bikin yeksanî wêneyekî?! Ev ji "nezanîna ji ayînî Mezdîyesna tê".
Ehûra Mezda bê pênase ye, ne zanista ayînî ya Mezdîyesna ne zanista aktuel ya nûjen pê nizan e; çawa ye, çi dike, gir û barista wî çî ye, çi dixwaz e, bi kurtî ev ne karê hostayî ya mirov e ku "Xweda" binikirîn e, pênaseyekî roşin pê bifeslîn e. Ji ber hindê: Nepêkan e: Xwida xwedî wêneyekî bibe: Ew li wî pileyê ye ku hiş û hendêşa mirov nagehê.
Firewehrê, hûn bilav dikin li ser perên xwe î social medya, hez û meyla we pê ye; ew wizeya temamker a mirov e, mirov bi bîr û gote û kirdarî çê, bi perisan, bi hişa aveker, bi dilê pak nêzîkî Firewehra xwe dibe. (Her mirovek xwedî Firewehrekî ye) Ev tekamûl/geşabûna li ser zevî ye, bes wa nîn e; tu xwe tiral bikî, merîfeta te nebê, rêzdar û dostane nebê, bedbîn bê, înca bizan e yê Bedbîn yê Bedbext e, çawa bibîn î, li hişê te çawa resm bibe; jiyana te jî bi wî şêweyî yan avedan e yan wêran e, li pêzana dêrîn antagonîzmaya beheşt/doje bi rastî li ser çê yaxût bed dîtinê bûye rengî jiyanê, çê çêyî zêde dike, li doxe/haleta beheştî tê avan, bed bedî zêde dike li doxe/haleta dojeyê tê avan. Gişt bi derencama van em êdî dizanin, Firewehr hêzekî manewî, rêpêşander û handerî mirov e, wizeyekî mînoyî û çêker e. Firewehr li nêrdevana irfanîyet, yarmetîderê te ye, li heft pileyên ayînî tu hêz û bawerîya ji wî werdigirî û paşê qonax bi qonax diçî, her dibî mirovekî çê û geşe û dilniwaz û xwedî rol û rist.
Eger biçîn li ser û kiroka Wişeya "Firewehr" ji Paleyîya Sasanî têt, navê kevn ya Firewehr; bi zaravaya Mûxî(Evêstayî) Freweşî bûye, înca guheriye bi Firewehr, li zimanî îroyî jî bi vî awayî tê bi kar anîn.
Bi etimolojî/regnasî: Fire(pêş) wehr/weşî(zêdekirin yan birin) teqrîben ev mane der tê; ewî berev pêş dibe, halî pêşkeftin... Helbet nêzîkî ev ron-kirina li jor, çend teorîyên dîtir jî hen...
Firewehr; li jiyan ji nav 5 wizeyên mînoyî(manewî) ya herî girîng e, nêzîkî "ruh" ya Erebî/Îslamî bes ji wî firetir/geştir/wirdeyîtir e.
Li Mezdîyesnayî/Zerdeştî wizeyên mînoyî ji bil Firewehr; Ehu, Dîn(deyna), Bûze, Rewan.
Yorumlar
Yorum Gönder