Kayıtlar

Nisan, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

DU NAVEND Û PÊDAÇÛNEKÎ KURT

  Zagros zincîrekêw/zincîreçiyaye ku ji kendav dest pê dike ta Hekaryan û Botan, înca ji wir dîsan (Torosan) dikude ta xwe bigihîjîne bi zeryaya meyan/spî. Du Zincîreçiya û du Zerya.    Ji rêkeftina qesrî şirîn di navbera dewletên Sefewî û Osmanî/Etmanî ta nûke jî du jêrfîrehengên rewtarî û sîyasî durist bûne: bizavên bi piranî Kurmanc li Torosan û bizavên bi piranî Soran li Zagrosan.     Ev pênaseyek e j’bo têge-karî, têge durist kirin jî j’bo xwendinekî petî ye, hekena li Torosan/û Zagrosan bes Kurd najîn(her çend neteweya Zorîne jî be) û li Torosan zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Dimilî û heta çend dê(gund) şêxbizin/Şazûn hen, şêxbizin(şaxekî Kurdîya Xwarû ye) û tenê Kurmanc najîn li wî erdî, her weha li Zagrosan ji bêy Soran Goranî(hawramî hwd.) û çend zaravayên Kurdiya Xwarû hen. Armanca min nimandina barûdoxa berdest ya kurmanc-navend û Soran-navend ên heyî bû!    Maneya ev navendbûna du zarava/û giro çi ye? Niştîman yaxûd -istan(cîyê rawesta...