DU NAVEND Û PÊDAÇÛNEKÎ KURT

  Zagros zincîrekêw/zincîreçiyaye ku ji kendav dest pê dike ta Hekaryan û Botan, înca ji wir dîsan (Torosan) dikude ta xwe bigihîjîne bi zeryaya meyan/spî. Du Zincîreçiya û du Zerya.

   Ji rêkeftina qesrî şirîn di navbera dewletên Sefewî û Osmanî/Etmanî ta nûke jî du jêrfîrehengên rewtarî û sîyasî durist bûne: bizavên bi piranî Kurmanc li Torosan û bizavên bi piranî Soran li Zagrosan. 

   Ev pênaseyek e j’bo têge-karî, têge durist kirin jî j’bo xwendinekî petî ye, hekena li Torosan/û Zagrosan bes Kurd najîn(her çend neteweya Zorîne jî be) û li Torosan zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Dimilî û heta çend dê(gund) şêxbizin/Şazûn hen, şêxbizin(şaxekî Kurdîya Xwarû ye) û tenê Kurmanc najîn li wî erdî, her weha li Zagrosan ji bêy Soran Goranî(hawramî hwd.) û çend zaravayên Kurdiya Xwarû hen. Armanca min nimandina barûdoxa berdest ya kurmanc-navend û Soran-navend ên heyî bû!
   Maneya ev navendbûna du zarava/û giro çi ye? Niştîman yaxûd -istan(cîyê rawestanê, cîyê man) meger yek navend nîn e? Navend heye û per/kin/kinar heye? Du navend bi ya dilê Kurdan durist nebû, û ez texmîn nakim Kurdek ev barûdoxa du-navendî pesind û pêrayî bike, ev barûdoxa du-navendî bê guman xwast û hewesa Kurdan nebû! 
   Li serû û ber bi alîyê Rojava ta bi zeryaya spî: Torosan. (Li vir ez naxwazim bûmenasî, erdnîgarnasî bikim jixwe ez bûmenas jî nîn im, ez zêdetir dixwazim wêneya ramyarî û nerîtî û bawî pêşkêşî we hal haziran bikim, her keysa xwe di wî (de) dibînim.  Ev dever zortir di bin dar û daja dewleta Rom e, beşên kêmtir jî di bin daja êraq û Suriye ye. 
   Navendên em behs dikîn piranî li ser mezheba sune şafiî ne, lê girtûpera wan komelgeyekî rengîn e. Li Torosan Ra heq/alewî û berê İzedî/Êzdî jî gelheyekî zor û pirr bûn. Ji bîra her kesî çûye kristînî/file jî hebûn li ser dêrên Ermen, Suryan, Keldan hwd. lê serencama wan çi bû, em bi esehî nizanîn.

Li Zagrosan Yarsan, sune, şîa hen. Li Kirmaşan ta zemanê Qaçaran Zerdeştî hebûn, wan derxistin paş 200 kite sal dîsan li Silêmanî derhatin lê bi şêwazekî nwî û peywendîya wan li gel ew ên li Kirmaşan nebû.

Kurmanc li rûyê zaravayî nêzîkî hêla Goran(Hawramî, Dimilî, Bacelanî...) e, Soran li gel kelhûr û lûr hwd. ku watelî gel  palewanî(erdnîgara fehlewîyat) hevbeşîyekî didêre. 

Lê gelek bêjeyên hevbeş di navbera wan her du zaravayan heye, û ew danûstandina bêjeyî berdewam e.

Kurmancî weku wêje zortir li Botan, Hekaryan, Badînan li vî sêgoşeyî pêş keftiye.
Soranî li mîrnîşîna Baban xwe girtiye ber bi pêş çûye.

Kurmancî ji ber stema Tirkan çu car nekariye xwe bikudîne(biwarê perwerde), di pesar asê maye.
Lê Soranî li gel damezrana êraq jî dîsan cîyê xwe di xwendingeyan hebûye, bi zext û pest dîsan ta îro weku zarekî bi mekteb, gihîştîye îro.

Kurmanc bi alfabêta Latînî(hawar) dinivîse, Soran bi Aramî dinivîsin.

Soran-navendî hem beşekî Başûr birêve dibe hem li karên nivîstekî serkeftî ye. Bi zimanê xwe dikarin berhemên ramanî jî binivîsin ji nivîstekên kevn jî sûd werbigirin. Pileya wan ya roşinbîrî berztir e, helbet ji ber derfet û ji ber hokarên dîrokî.

Mîn go Kurmancî nêzîkî komzaravaya Goranî ye, ev helbet ji ber hin taybetmendîyên zimanî ye, û bi texmîna min komelên Medyaya Biçûk(Azerpatekan) Azerîya dêrîn, Razî, gîroyên Goranîzar û Kurmancîzar(navê wî ye kevn çi bûye em nizanîn) gelek nêzîkî hevûdu diaxivîn paşê Kurmancî ji ber hin egeran zû ji wan dabira û kete ser rêyekî zarekî î ciyawaz. Ev boçûna min zanistî nîne, bes texmîn!(Û serera Kurmanc, Goran, Palewan(+Parsîg) weku xetên ciya polîn dikim, hûn dikarîn li bloga min vî yekî bixwînin)

Kurmanc bi zarava û folklora xwe û serjimara xwe ya gelek hêdî hêdî bûn navendekî serekî. Şafiî bû mezheba wan ya hema bêje fermî û deq û wêjeya Kurmancî derkeft. Kurmancên Ra heq û Êzdî ji ber Îslam helbet nedikarîn wêje û fîrehengekî dirêjxayen durist bikin. Deqên Êzdayî heye li ne hindê ya ku em behsî dikîn. 

Hin çişt naxwazim têkel bibin: Soranî li Zagrosan bi Mîrnîşîna Baban dibe bawekî nivîsî, li pêş wî wêjeya Goran heye(hawramî). Kesek Lek, Soran, lûr jî be dîsan diçe bi Goran dinivîs e!

Li zagrosan Goran cîyê xwe dide bi Soranî.

Li Zagrosan em dibînîn ku Ayînî Yarsan û Wêjeya Goran gelekî girîng e, Mîrnîşîna Erdelan jî melbenda vî firehengê ye. Bere bere Zaravaya Soranî û mezheba Şafiî dêt li şûna wan/yan bihêztir dibe. Sîlêmanî hingî dibe navendekî nwî; ramyarî, firehengî, wêjeyî.

Toros her bi Kurmancî navûbang bû, navend û dîyarker ew bû.
Zagros du hengavên xwe hebûye, dawîya dawî Soranî dêt hem paşakgirî Goran e, hem bixwe beşek ji Palewanî ye, hem peywendîyên xwe î pitew digel Kurmancîya jor û ban heye.

Kurmanc-navendî; ladêyî ye, gelêrîyekî zengîn didêre, lê zortir bi zîmanê dagirker diaxiv e, fîrehengekî îslamî xav heye li nik û têkel bi çepgirîya tirkewarî, erdnîgar û dîrok baş nizan e(ji ber guşara zor ya pişavtinê), heta j'bo hindekan Kurdbûn bes çiştekî 100 salî ye. Serxwebûnxwazî hê j'bo wan tirsek e.

Soran-navendî; potansîyel heye, bizavên ramanî/fîrehengî weku zagrosnişînî, xusrewanî der dêt belam kêşeya sune û şîa nikarin bi xasî kontrol bikin. Zaravaya Soranî her çend pêşkeftî jî be, nikarin ji sêregîya wî sûd bigirin û zaravaya xwe bikin sîwana hemû zar û zaravayên Kurdî. Dikarin ew çema mezin î Kurdewarî bihendurînin, firereng û giştgirane bin. 









    

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

PÊŞGIRA LÊKERSAZ YA ''da-'' û RÎŞALA WÎ

Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî

Dabeşa zimana Kurdî û Kurdî kîjan ziman e?