Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî
Ehûra Mezda navê Xweda ye, nek navê em sembola li xwarê ye! Ehûra bê wêne, bê pênase û bê laş e. Ev sembole: Firewehr e. Li ayînî Mezdîyesna(xelk fêr bûye dibêjin; Zerdeştî/Zerdeştîyet) ev wizeyekî berz û diyarker e, gelek girîng e; çimku raman û dîdeya ev ayîna Kurdî bi puxtî pêşkêş dike.(Belku li nivîsekî dî bi wirdeyî behsa (ev) sembola han bikim) Ji ber baweriya xwe-kêmî ya Kurdan, Kurd xwe naspêrîn wî ramanî ku "Kurd ji mêj ve Takexwidayî bûye" divên we bawer bikin; li pêş îslam li serdema anîmîzmê bûn e. Eks bi wî Kurd li pêş hatina îslam jî xwedî-ayînekî rêkûpêk(hê geştir), TakeXwidayî, xwedî şar û şaroçkeyên medenî bûn e. Û çawa Xwida bikin yeksanî wêneyekî?! Ev ji "nezanîna ji ayînî Mezdîyesna tê". Ehûra Mezda bê pênase ye, ne zanista ayînî ya Mezdîyesna ne zanista aktuel ya nûjen pê nizan e; çawa ye, çi dike, gir û barista wî çî ye, çi dixwaz e, bi kurtî ...