Kayıtlar

Aralık, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Dabeşa zimana Kurdî û Kurdî kîjan ziman e?

    Kurd tenanet sê zarava weku Kurmanc î û Soran î û Kelhûr î nîn e! Îro beşekî Rojava (giroyek di nav zanyarên ziman) ya xwedîgiravî hevçerx û pêşkeftî wesa sînordar dike lê Kurdî çawa min li çend cîyên dî gotî sê kom-zarava yaxûd şaxeziman didêr e! Ya yekem: Goranî ku ji Hawramî û Bacelanî û Zazakî hwd. pêk tê Ya duyem: Pehlewî/Paleyî ku ji Soranî, Kelhurî, Lekî, Xuremawayî(lûrî), Bextiyarî, Mamesenî hwd. pêk tê. Yu sêyem: Kurmancî ku ev nwîtirîn e, yek zarava ye, bes di nava xwe devok didêr e; Botî, Hekarî, Berferatî, Deştî, Serhedî…    Li Komazaravaya Paleyî zaravaya Soranî serinrakêştirîn e, hem weku erdnîgarî hem li biwarên zimanî “navendî” ye, dikeve di meyaneya hawramî û Kurmancî û li jêr karîgerîya van zaravayên navborî maye! Soranî her çend Paleyî/Pehlewî jî be; têkela hemû şêwezimanên Kurdî ye!     Kurdî hêşta nehatiye ber destên arkeolojîstên jîr, zimanê Kurdî pêzanîna wî, peywendîya wî bi şaristan û dîroka mêjîn wî dike zimanekî bê hevt...

Tirs û Vegera Li Gewherê

   Li zarokî; dayika min, min bi zorê şandibû li kursa qu’ranê; gelekî tirsnak bû j’bo min. Ez bi xwe hez ji Gîyûşa dastanî ya dapîra xwe dikim, çawa wê bi cî bihêlim. Ew jiyan bû, min xwe li wir pay(temam) dikir, ew hêlîn bû, zarokistana min, nîştîmana min bû! Ji wê koşê were xwar û biçe biyabanekî hişk û beyar! Çawa dînê(wijdan) dayika min ev yek pesind dikir! Seyr û sosret bû! Vac(mantiq) ew vaca Medan ku Medan du car diramiya yekem bi bade û serxweş, duyem bê bade û serxwe paşê digihîştîn encamekî bi vac, wesa biryar didan; çî lê hat, çî bi   serê ramana dêrîn ya komelgeyî hat? Hê jî dipirsim, li peravên ramana Kurdî, li bedbextî a ramana Kurdî dinêrim, nerîn bi tena xwe bê kelk e, lê ka çi çiştek heye li destê me, ji bêy(bil) nerîn, hemû liv û taqeta min şkandine, têşkandin e, vîna(îrade) Kurd xamoş e, feramoşkirî ye!    Di dawîyê (de) lêneger ez çûm li wî kursê, belam hîç bi dilê min nebû, ez nediviyam yek çirk li wir bimînim, dema xwe bibime serî, ez...