PÊŞGIRA LÊKERSAZ YA ''da-'' û RÎŞALA WÎ

Li zimanê kurdî li zaravaya Kurmancî pêşgira lêkersaza ''da-'' gava têt li pêş lêkerî maneyekî nwî lê bar dike: zortir maneya ber bi jêr pê dide:

Daxistin: derî daxe(bigre, bide ser)

Danan: saxtin, ava kirin, li cîyekî nizm hiştin

Dagirtin: îşxal, cîyek bi temami girtin

û dageran, dadan, daçûn, damalîn hwd.

Kiroka vî pêşgira lêkersaz ji kû hatiye? ''da-'' vedigere *dhe-  ya Hindû-ewropî û maneya pêşîn ya vî pêşgirî westar kirina çişteki li zemî/erd bûye.

j'bo nimune bêjeya çikil ku wate rast, ne-wêl/xwehr eger bibêjî çikilandin ku wate serî tîj dixî di axê û eger ''da-'' bi kar bînî; dibe daçikilandin ku wate çandin û hiştina dar û nemam j'bo katekî dirêj û bi amanc û pêkane bibe ço û perçem jî...


''ni-'' jî heye eger bi mane bibêjî nêzîk in, û vedîtinekî Palewanîg û Parsîg e (Paleyîya Eşkanî û Sasanî) çend nimûne:

niximandin/nixaftin(xefa nûke heyî belku ji wî hatibe), nivistin û weku navdêr dîsan; nişîv, nivîn...


Bi dorê maneyên wan; di bin çiştekî veşartin, razan, ber bi jêr, texta razanî û çiştên bi peywend.

Lê belê ''ni-'' îro weku ''da-'' berdest û çalak nîn e. Li tîrbûn û gujma xwe ''da-'' hê pileyek di ser ''ni-'' ye. Tîrtir e. 

Û wek hevreg û hevdeng li dordaçeka ''di... de/da'' paşdaçeka (...de/da) jî heye û ji heman regî der hatine:

di mal de: Hendûr mal de(cîge; location).

Hem hendûrî hem bi cî bûna wî kesî dîyar dike, her çend li standard pesindbar nebe jî li hin nivîsan awaya ''mal de'' jî heye serera li hin devokên ciya ciya ''mal de, mal da'' jî tê gotin.


Divê belû bikim; dordaçek (di...de), paşdaçek(...de), ez li vir serinc dibim ser paşdeçaka (...de)


Li amajepêdana cî gelek sûdbexş e:

-Di destê wî de ye; hendûrî destê wî kesî dîyar dike, bes bibêjî:

-Destê wî da ye; li destê xwe girtiye.

Ciyawazîyekî biçûk heye li navbera her du risteyan, hema bêje (di) nav gel nemaye û yek hejmar/hesab têt.


*dhe- du rê û du rêkar j'bo xwe daye pêş. Cara yekem tena serê xwe paçdaçek (...de) bûye paşê bi werar bûye pêşgira lêkersaz jî, weku du çem rijane û gîhîştine îro. 

Helbet ev biwara ''da'' disan dikude. Lêkera ''dan/dayîn'' heye û di lêkerên hevedudanî de bi şêweyekî dîtir dixuyê, tê pêş:


Kurîkê da girtinê.


Çi kiriye? Daye girtin; bûye sedem kurikê bigirin, îxbar. 


Dagirtin(îşxal) û da girtin(îxbar) çawa diguherin, seyr e! Mîna hev in weku deng lê reg û peywira wan ji hev ciyawaz e.


Da'ya li vir, ji dayîn e û rega wî: *dō-. Em behsa regên ciya dikîn, û em têgîhîştîn ku du reg heye û li gel asan bi kar anîna -dan/dayîn- jî dibe çar şêwe. 


Rega yekem: *dhe-

1- Pêşgira lêkersaz (da-)

2- Paşdaçeka (...de/da)


Rega duyem: *dō-

1- Lêkera dan/dayîn

Têbînî: Da girtin, da berdan... bi vî awayî jî heye, ku wate -dan/dayîn- hem weku asayî hem weku beşek ji lêkerên hevedudanî tê bi kar anîn.


JÊDERÊN ALÎKAR:

Chyet, M. L. (2003). Kurdish-English Dictionary. New Haven: Yale University Press.

MacKenzie, D. N. (1971). A Concise Pahlavi Dictionary. London: Oxford University Press. 

Nyberg, H. S. (1974). A Manual of Pahlavi, Part II: Glossary. Wiesbaden: Otto Harrassowitz.








Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî

Dabeşa zimana Kurdî û Kurdî kîjan ziman e?