Ji Wişe Berev Ziman (1)
Çend Wişeyên Paleyî(Kurdîya Mîyan) *Abrû; Şeref û heya, li Kavaşa Hekaryan em dibêjinê "abûr" bo wêne; ewî abûra me bir, ango ewî me da şermê, şermizar kir, şeref ji me re nehişt. Cîguher bûne "r" û "û" *Ajne: li zimanî dêrîn ser-şûştin e, îro mane piçek guheriye; bûye melevanî Li hin navçe û zarava peywest wa lê hatiye; ajnî, aşne, aznî, asna hwd. *Azar; jan, êş Azerten(şêweya kevn) îro; azirandin/zerandin; ew jî evane didêre; sil kirin, tûre kirin, ajawe kirin... *Amêxt/amêj/amêz: Li Kurmancî; hemêz(hembêz/himêz++) ; kirdara hez pêşan danê ye, dest li dor alandin bo wêne; babî kurê xwe hemêz kir ango da ber milê xwe, pê şad bû Li Soranî amêz e, Û li Soranî bi şiklî "awête" jî heye bi mane; têkel, di nav hev *Ara; meydan, rûber, navber(maneya 2.) Ara; pîvana du xalên ji hev dûr ...