Ji Wişe Berev Ziman (1)
Çend Wişeyên Paleyî(Kurdîya Mîyan)
*Abrû; Şeref û heya, li Kavaşa Hekaryan em dibêjinê "abûr" bo wêne; ewî abûra me bir, ango ewî me da şermê, şermizar kir, şeref ji me re nehişt.
Cîguher bûne "r" û "û"
*Ajne: li zimanî dêrîn ser-şûştin e, îro mane piçek guheriye; bûye melevanî
Li hin navçe û zarava peywest wa lê hatiye; ajnî, aşne, aznî, asna hwd.
*Azar; jan, êş
Azerten(şêweya kevn) îro; azirandin/zerandin; ew jî evane didêre; sil kirin, tûre kirin, ajawe kirin...
*Amêxt/amêj/amêz:
Li Kurmancî; hemêz(hembêz/himêz++) ; kirdara hez pêşan danê ye, dest li dor alandin bo wêne; babî kurê xwe hemêz kir ango da ber milê xwe, pê şad bû
Li Soranî amêz e,
Û li Soranî bi şiklî "awête" jî heye bi mane; têkel, di nav hev
*Ara; meydan, rûber, navber(maneya 2.)
Ara; pîvana du xalên ji hev dûr dide, mesafe.
Di ara wan de rûniştiye(navber)
Li ara Amed û Batman çend gund hen(in)? (Rûber)
Derbasî Turkîya Anatolya jî bûye.
Nîşe; Paleyî ew serdema Êşkanî û Sasanî ziman/zaravaya serwerî Sera û imperetorî. Hin dibêjin Pehlewî, Palewanî..
Yorumlar
Yorum Gönder