Kayıtlar

DU NAVEND Û PÊDAÇÛNEKÎ KURT

  Zagros zincîrekêw/zincîreçiyaye ku ji kendav dest pê dike ta Hekaryan û Botan, înca ji wir dîsan (Torosan) dikude ta xwe bigihîjîne bi zeryaya meyan/spî. Du Zincîreçiya û du Zerya.    Ji rêkeftina qesrî şirîn di navbera dewletên Sefewî û Osmanî/Etmanî ta nûke jî du jêrfîrehengên rewtarî û sîyasî durist bûne: bizavên bi piranî Kurmanc li Torosan û bizavên bi piranî Soran li Zagrosan.     Ev pênaseyek e j’bo têge-karî, têge durist kirin jî j’bo xwendinekî petî ye, hekena li Torosan/û Zagrosan bes Kurd najîn(her çend neteweya Zorîne jî be) û li Torosan zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Dimilî û heta çend dê(gund) şêxbizin/Şazûn hen, şêxbizin(şaxekî Kurdîya Xwarû ye) û tenê Kurmanc najîn li wî erdî, her weha li Zagrosan ji bêy Soran Goranî(hawramî hwd.) û çend zaravayên Kurdiya Xwarû hen. Armanca min nimandina barûdoxa berdest ya kurmanc-navend û Soran-navend ên heyî bû!    Maneya ev navendbûna du zarava/û giro çi ye? Niştîman yaxûd -istan(cîyê rawesta...

PÊŞGIRA LÊKERSAZ YA ''da-'' û RÎŞALA WÎ

Li zimanê kurdî li zaravaya Kurmancî pêşgira lêkersaza ''da-'' gava têt li pêş lêkerî maneyekî nwî lê bar dike: zortir maneya ber bi jêr pê dide: Daxistin: derî daxe(bigre, bide ser) Danan: saxtin, ava kirin, li cîyekî nizm hiştin Dagirtin: îşxal, cîyek bi temami girtin û dageran, dadan, daçûn, damalîn hwd. Kiroka vî pêşgira lêkersaz ji kû hatiye? ''da-'' vedigere  *dhe-  ya Hindû-ewropî û maneya pêşîn ya vî pêşgirî westar kirina çişteki li zemî/erd bûye. j'bo nimune bêjeya çikil ku wate rast, ne-wêl/xwehr eger bibêjî çikilandin ku wate serî tîj dixî di axê û eger ''da-'' bi kar bînî; dibe daçikilandin ku wate çandin û hiştina dar û nemam j'bo katekî dirêj û bi amanc û pêkane bibe ço û perçem jî... ''ni-'' jî heye eger bi mane bibêjî nêzîk in, û vedîtinekî  Palewanîg  û Parsîg e (Paleyîya Eşkanî û Sasanî) çend nimûne: niximandin/nixaftin(xefa nûke heyî belku ji wî hatibe), nivistin û weku navdêr dîsan; nişîv, nivîn...

Dabeşa zimana Kurdî û Kurdî kîjan ziman e?

    Kurd tenanet sê zarava weku Kurmanc î û Soran î û Kelhûr î nîn e! Îro beşekî Rojava (giroyek di nav zanyarên ziman) ya xwedîgiravî hevçerx û pêşkeftî wesa sînordar dike lê Kurdî çawa min li çend cîyên dî gotî sê kom-zarava yaxûd şaxeziman didêr e! Ya yekem: Goranî ku ji Hawramî û Bacelanî û Zazakî hwd. pêk tê Ya duyem: Pehlewî/Paleyî ku ji Soranî, Kelhurî, Lekî, Xuremawayî(lûrî), Bextiyarî, Mamesenî hwd. pêk tê. Yu sêyem: Kurmancî ku ev nwîtirîn e, yek zarava ye, bes di nava xwe devok didêr e; Botî, Hekarî, Berferatî, Deştî, Serhedî…    Li Komazaravaya Paleyî zaravaya Soranî serinrakêştirîn e, hem weku erdnîgarî hem li biwarên zimanî “navendî” ye, dikeve di meyaneya hawramî û Kurmancî û li jêr karîgerîya van zaravayên navborî maye! Soranî her çend Paleyî/Pehlewî jî be; têkela hemû şêwezimanên Kurdî ye!     Kurdî hêşta nehatiye ber destên arkeolojîstên jîr, zimanê Kurdî pêzanîna wî, peywendîya wî bi şaristan û dîroka mêjîn wî dike zimanekî bê hevt...

Tirs û Vegera Li Gewherê

   Li zarokî; dayika min, min bi zorê şandibû li kursa qu’ranê; gelekî tirsnak bû j’bo min. Ez bi xwe hez ji Gîyûşa dastanî ya dapîra xwe dikim, çawa wê bi cî bihêlim. Ew jiyan bû, min xwe li wir pay(temam) dikir, ew hêlîn bû, zarokistana min, nîştîmana min bû! Ji wê koşê were xwar û biçe biyabanekî hişk û beyar! Çawa dînê(wijdan) dayika min ev yek pesind dikir! Seyr û sosret bû! Vac(mantiq) ew vaca Medan ku Medan du car diramiya yekem bi bade û serxweş, duyem bê bade û serxwe paşê digihîştîn encamekî bi vac, wesa biryar didan; çî lê hat, çî bi   serê ramana dêrîn ya komelgeyî hat? Hê jî dipirsim, li peravên ramana Kurdî, li bedbextî a ramana Kurdî dinêrim, nerîn bi tena xwe bê kelk e, lê ka çi çiştek heye li destê me, ji bêy(bil) nerîn, hemû liv û taqeta min şkandine, têşkandin e, vîna(îrade) Kurd xamoş e, feramoşkirî ye!    Di dawîyê (de) lêneger ez çûm li wî kursê, belam hîç bi dilê min nebû, ez nediviyam yek çirk li wir bimînim, dema xwe bibime serî, ez...

Ji Wişe Berev Ziman (1)

Resim
         Çend Wişeyên Paleyî(Kurdîya Mîyan)         *Abrû; Şeref û heya, li Kavaşa Hekaryan em dibêjinê "abûr" bo wêne; ewî abûra me bir, ango ewî me da şermê, şermizar kir, şeref ji me re nehişt. Cîguher bûne "r" û "û"       *Ajne: li zimanî dêrîn ser-şûştin e, îro mane piçek guheriye;  bûye melevanî  Li hin navçe û zarava peywest wa lê hatiye; ajnî, aşne, aznî, asna hwd.       *Azar; jan, êş Azerten(şêweya kevn) îro; azirandin/zerandin; ew jî evane didêre; sil kirin, tûre kirin, ajawe kirin...      *Amêxt/amêj/amêz:  Li Kurmancî; hemêz(hembêz/himêz++) ; kirdara hez pêşan danê ye, dest li dor alandin bo wêne; babî kurê xwe hemêz kir ango da ber milê xwe, pê şad bû Li Soranî amêz e,  Û li Soranî bi şiklî "awête" jî heye bi mane; têkel,  di nav hev            *Ara; meydan, rûber, navber(maneya 2.)  Ara; pîvana du xalên ji hev dûr ...

Dawera Firewehr: Rastî û Çewtî

Resim
     Ehûra Mezda navê Xweda ye, nek navê em sembola li xwarê ye! Ehûra bê wêne, bê pênase û bê laş e.       Ev sembole: Firewehr e.       Li ayînî Mezdîyesna(xelk fêr bûye dibêjin; Zerdeştî/Zerdeştîyet) ev wizeyekî berz û diyarker e, gelek girîng e; çimku raman û dîdeya ev ayîna Kurdî bi puxtî pêşkêş dike.(Belku li nivîsekî dî bi wirdeyî behsa (ev) sembola han bikim)      Ji ber baweriya xwe-kêmî ya Kurdan, Kurd xwe naspêrîn wî ramanî ku "Kurd ji mêj ve Takexwidayî bûye" divên we bawer bikin; li pêş îslam li serdema anîmîzmê bûn e. Eks bi wî Kurd li pêş hatina îslam jî xwedî-ayînekî rêkûpêk(hê geştir), TakeXwidayî, xwedî şar û şaroçkeyên medenî bûn e. Û çawa Xwida bikin yeksanî wêneyekî?! Ev ji "nezanîna ji ayînî  Mezdîyesna tê".       Ehûra Mezda bê pênase ye, ne zanista ayînî ya Mezdîyesna ne zanista aktuel ya nûjen pê nizan e; çawa ye, çi dike, gir û barista wî çî ye, çi dixwaz e, bi kurtî ...

ZAMANLAR

İnsan bireyi şöyle görünüyor zamanın içinde; nokta, evet basbaya nokta, daire büyüklüğünde olduğuna dair bir kanıt yok. Ama bazı bireyciler hülyalı esintilere kapılırken ya da korkaklıktan ileri gelen gururundan dolayı kendi "büyük" görebilir.   Ne dersiniz, temas mı, hoşlanmadığı bir ilişkilenme tarzına karşı bir tavır mı? Ama nasıl olacak ki, konuşmak ve düzeyi ne olursa olsun iletişimde olmakla yazgılıdır insan. Bu yapısal, bu genetik geçmişin mirası, yoksa nasıl kurulurdu Sümer, Mad, ya da Mad torunu süper güç Sasani; tüm yazı, sanat, ordu, devlet, bunlar Tanrı/tekil işler değil, organize gelişen, özellikle belirtmek isterim zamanın "küçük" kütlelerinin bir araya gelerek oluşturduğu "büyüklükler". Semitik Nebiler Muhammed ve İsa büyük değil, hayır, bunu onlara söylersen samimi bir zeminde red ederler, ama mitsel arzular bireyleri tanrılaştırmıştır. Bugün içinde üretip-tükettiğmiz kültürdür büyük olan, İslam/Hristiyanlık seversin/karşı durursun; tarih...